Zêbarî: Rêjîma Esed berve ruxandinê ve diçe
Li roja 14/7/2012`an, Hoşyar Zêbarî di hevpeyvînekê digel rojameya Lo Figaro ya Fransî re gotiye ku metirsiya Êraqê ewe ku kaousa li Sûriyê berfereh bibe û bandoriya wê li Êraqê bikê ye.
Wezîrê derve yê Êraqê Hoşyar Zêbarî, ew nûçeyên ku behsa alîkariya hikûmeta Êraqê ya darayî bo Sûriyê red kir û teqez kir û got: “Banka nevendî ya Êraqê ti pere ji banka Sûriyê re neşandiye.”
Di beşekî din ya hevdîtinê de Hoşyar Zêbarî derbarê rewşa Sûriyê de axivî û teqez kir ku êdî gihîştiye qonaxeke hestyar û êdî gelê Sûriyê baweriya xwe bi çaksaziyên rêjîmê nemaye .
Zêbarî tekez kir û got: “Rêjîma Serokê Sûriyê Beşar Esed berve ruxandinê ve diçe.”
Xendan
