• Saturday, 07 February 2026
logo

Dr. Roj û Malikî li ser ‘Tehrîb’ şer dikin

Dr. Roj û Malikî li ser ‘Tehrîb’ şer dikin
Li ser wê yeka ku serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî Herêma Kurdistanê bi ‘Tehrîbkirinê’ ango bi qaçax firotina petrolê gunehbarkiriye, nakokî di civîna heftiya borî ya civata wezîrên Iraqê de derket. Li gor daxuyaniya wezîrê bazirganî yê Iraqê bo Rûdawê, cîgirê serokwezîrê Iraqê Dr. Roj Nûrî Şaweys rûbirûyê Malikî bû.

Wezîrê bazirganiyê yê Iraqê Dr. Xeyrûllah Hesen ku yek ji wezîrên Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) ye ragihand ku di civîna civata wezîran a 10.07.2012an de, Dr. Roj bersiva Malikî da û got: “Em qebûl nakin ku êdî gotina ‘Tehrîb-Bi qeçax şandina petrolê’ li beramberî Herêma Kurdistanê bikarbênin. Malikî jî bersiv da û got, me lijneyek pêkaniye û tevayî nivîs hatine ber destê me û emê wê demê biryara xwe bidin.”

Dr. Xeyrullah bal kişand ser wê yekê ku ew babet bi awayekî ji nişka ve û bêyî agehdarkirin, bi awayê raporekê xistiye bernameya civînê; “Di civînê de wezîrê petrolê daxwaz ji wezîrê darayî kir ku 8 milyar dolar ji para budceya Herêma Kurdistanê bi bire.” Ji ber şandina petrolê ya ji aliyê Herêma Kurdistanê ve û firotina wê ya bi ‘Qeçax’, bihayê 8 milyar dolar zerer gihandiye Iraqê.

Dr. Xeyrullah eşkere kir ku nerazîbûn li beramberî wê daxwazê nîşan dane û gotine, divê ew mesele bê paşvexistin. Lê Nûrî Malikî li ser paşvexistina wê mijarê razî nebûye û daxwaz kir ku du lijne ji bo şopandina hesabê wezareta serwetên xwezayî yê Kurdistanê pêkbînin. Dr. Xeyrul Hesen got: “Wezîrên kurd pêkanîna lijneyan îmze nekirine, lê Kurd kêmîne ne û nêrîna piranî hat pejirandin.”

Biryare yek ji wan lijneya heftiya bê serdana Herêma Kurdistanê bike, ligel wezîrê serwetên xwezayî yê Herêma Kurdistanê Aştî Hawramî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bicive.

Ev serdan di demekê de ye ku ev demekî dirêje hikûmeta Iraqê heta radeyekê beşa sutemeniya Herêma Kurdistanê kêm kiriye. Hikûmeta Kurdistanê jî ji bo safîkirina petrolê, dest bi şandina petrola xam a bo Tirkiyê kiriye. Wezîrê enerjiyê yê Tirkiyê Taner Yildiz roja 13.07.2012an cara yekemîn bi awayekî fermî ragihand ku dest bi şandina petrola xam a Herêma Kurdistanê ya bo Tirkiyê kiriye; “Wê ew petrol li Tirkiyê bê safîkirin û berhemên wê yên petrolê ji bo Herêma Kurdistanê bên şandin.”

Endamê fraksyona Ehwar a girêdayî Tevgera Sedir li parlamentoya Iraqê Udey Ewad derbarê birîna para sutemenî û berhemên petrolî bo Herêma Kurdistanê, ji Rûdawê re got: “Divê lêpirsîn ligel kesên ev biryar dayîn bê kirin.”

Wekîlê wezareta darayî yê Iraqê Fazil Nebî ligel behskirina pêkanîna lijneyek bo çareserkirina pirsgirêkan, ji Rûdawê re got: “Cîgirê serokwezîrê Iraqê Hûsên Şehristanî qasî 20 rojane bi şandina nivîsekî fermî ya bo wezareta darayî, daxwaza birîna 5 milyar dolar ji budceya Kurdistanê ji wezareta wan kiriye. Lê me kar bi wê nivîsê nekiriye.”

Cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Îmad Ehmed derbarê wê daxwaza Malikî de got: “Ger ew 5 milyar dolar ji Herêma Kurdistanê hat birîn, wê ev ne di xizmeta çareserkirina rewşa siyasî ya Iraqê de be. Ji ber destûrê maf ji me re destnîşan kiriye, em jî girêdayî wê destûr û yasayê ne, ger hat birîn jî, ji bo her bûyerekê gotina me heye.”

Rudaw
Top