• Saturday, 07 February 2026
logo

Li Mûsilê êriş: 4 polîs mirin

Li Mûsilê êriş: 4 polîs mirin
Li bajarê Mûsilê, di encama êrişa çekdarine nenas bi ser xaleke pişkinînê ya polîsên Iraqê de 2 polîsan digel 2 welatiyên sivîl canê xwe ji dest dan.

General Mihemed el-Cebûrî ji AKnewsê re ragihand, “Bazgeheke Poîsên Iraqê li başûrê Mûsilê, ji aliyê çekdarine nenas ve bi çekan kete ber êrişan û di encamê de 2 polîs û welatî kuştin.”

Her wiha el-Cebûrî derbarê bûyerê de, diyar kir ku birîndar hatin veguhastin bo nexweşxaneyê û lêkolînan derbarê bûyerê de dest pê kir.

Tê zanîn karên tundûtûjiyê di çend bajarên Iraqê de zêde bû û bi taybet li bajarê Mûsilê, piştî wergirtina hêzên Iraqê dosya ewlehiyê ji hêzên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û vekêşana hêzên DYAyê ji Iraqê.

Hêjayî gotinê ye, bajarê Mûsilê navenda parêzgeha Nînowayê ye û 405 kilometir bakurê Bexdayê ye, hinek deverê wê parêzgehê ji deverên nakokîdar di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de tên jimartin.

AKnews
Top