• Saturday, 07 February 2026
logo

Ji Doza KCKê 16 Girtî Hatin Azad Kirin

Ji Doza KCKê 16 Girtî Hatin Azad Kirin
Duh Dadgeha hijmara 15 ya cezaya giran a Îstenbulê dest bi rûnîştineke din ya xwe a di derbarê doza sereke ya KCKê de kir û piştî wergirtina îfadeya çendîn bergomanan Dadgeh biryara azad kirina 16 girtiyan da.

Di rûnîştina evro ya Dadgehê de herçend mafên parastin bi zimanê Kurdî jî nehate dayîn, lê Dadgeh di demeke kurt de guhdariya 16 Bergomanan kir û di dawî de jî biryara azad kirina wan 16 kesan da.

Tê zanîn ev demeke dirêje ku, doza KCKê didome û hijmareke zêde Siyasetmedar, Rewşenbîr û çalakvanên Kurd di vê derbarê de hatine girtin.
Top