3 hêkên mezin li Duhokê hatine dîtin
Hesen Ehmed Qasim ragihand ku ew hêk ji bal tîmên wan ve hatine dîtin û dîroka wan bo berî 60 hezar salî vedigere.
Qasim bal kişand ku dirêjahiya wan hêkan mitrek û 4 cm û paniya wan 63 cm û ji 2 qatan pêk tên.
Qasim got jî, “Mirovên ku di çerxên borî de li vê deverê jiyane bi gelek awayan rêz li miriyên xwe digirtin, wê demê xelk di wê baweriyê de bû ku mirov ji hêkê çê dibe û dema dimir di nava hêkê de dihate veşartin.”
Aknews
