Erdogan: BDP û PKKê dixwazin Zana bêdeng bikin
Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan li Wanê beşdarî kongreya partiya xwe bû. Erdogan rexneyên tund li BDP û şaredarên BDPê girt û got: “Ev tenê ticareta xwîn û giyan dikin.”
Tayîp Erdogan derbarê hevdîtina ligel parlamentera serbixwe ya Amedê Leyla Zana de jî axivî û got: “Ligel Leyla Zana di dorhêlekî pir samîmî û bi nêzîkatiyekî hêviyên çareseriyê em şêwirîn. Ji ber hevdîtina Zana ya ligel me hem BDP û hem jî PKK nerazîbûnek ciddî çêkir. Li pey hev daxuyaniyên tund dan. Hewl didin birêz Leyla Zana bêdeng bikin. Vaye PKK û dirêjiya wan ev e.”
Erdogan derbarê mûzakereyên ligel PKKê de jî got: “Tiştek bi navê mûzakere û diyalogên ligel îxtidara me nîne. Em encex dikarin ligel terorê tekoşînê bimeşînin. Heta PKK çekan nedane, wê tekoşîna me berdewam bike.”
Serokwezîr Erdogan bêyî ku navê BDPê bêne, got: “Emê ligel nûnerên PKKê yên li meclisê mûzakereyan bikin. Lê bila ti kes tiştekî wisa ligel rêxistina terorê ji me çaverê neke.”
Rudaw
