Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Emîrê Eşîra Dilêm û şanda li gel kir
Li hevdîtinê de ku birêz Azad Berwarî û Hemed Emîn Delewî amadebûn, di derbarê rewşa siyasiya îro ya Iraq û ew tengasiyên ku dûçarî bûye de danustandina bîr û ramanan kirin û tekez jî li wê yekê kirin ku pêwîste çareseriyekî bingehîn ji bo wan tengasiyan bê peydakirin û radeyek jî deynin ku siyaseta perawêzxistin û takrewiyê li birêvebirina welat da nemîne. Her wiha bi vegerana ser destûr û prensîpên hevbendî û hevsengiyê û li ser pabendbûna bi peymanan de bimînin.
