• Saturday, 07 February 2026
logo

“Siyaseta Şehristanî aloziyan digel parêzgehan çê dike”

“Siyaseta Şehristanî aloziyan digel parêzgehan çê dike”
Peyvdarê lîsteya Hevpeyamniya Kurdistanê di Parlamentoya Iraqê de ragihand ku birêvebirina dosyaya petrolê li Iraqê ji bal Cîgirê Serokwezîrê Iraqê bo karûbarên enerjiyê Hisên Şehristanî aloziyan navbera Bexda û parêzgehan çê dike.

Muayed Teyib ji AKnewsê re daxuyand, “Şehristanî rijde li ser birêvebirina dosyaya petrolê bi rêya siyaseta kontrolkirina wê ji bakur heta başûrê welat û ev siyaset neserkeftî bû û serkeftî jî nabe, baştir e ji hev têgehiştin navbera Bexda û Hewlêrê hebe ji bo çareserkirina pirsgirêkan.”

Teyib ronî kir ku hewlên Şehristanî ji bo birêvebirina karûbarên petrolê bi awayekî navendî dê di paşerojê de nakokiyan navbera parêzgehan û hikûmeta federal çê bike.

AKnews
Top