• Saturday, 07 February 2026
logo

Serok Barzanî serpereştiya wajokirina peymannameya Hewlêr ya li navbera Encumena Nîştimaniya Kurdê Suriye û Encumena Gelê Rojavaya Kurdistanê kir

Serok Barzanî serpereştiya wajokirina peymannameya Hewlêr ya li navbera Encumena Nîştimaniya Kurdê Suriye û Encumena Gelê Rojavaya Kurdistanê kir
Duh çarşem ‌11/07/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn serpereştiya wajokirina peymannameya Hewlêr ya li navbera Encumena Nîştimaniya Kurdê Suriye û Encumena Gelê Rojavaya Kurdistanê kir ku li gor peymannameyê desteyekî bilinda hevbeş li navbera her du aliyan de ya bi navê Desteya Bilinda Kurdî hate pêkanîn ku erkê wê danîna siyasetekî giştî û serkirdayetî kirina Kurdê Suriye ye li vê qonaxa çarenûssaza ku têda derbas dibin û tekez jî li ragirtina hemû cûre êrîşekî ragihandinê li navbera her du aliyan de hate kirin.

Serok Barzanî li gotarek de ji bo vê peymana dîrokî pîrozbahiya her du aliyan kir û daxwaz kir ku yek reng û yek helwest bin li beramber wan guhertinên ku li wî welatî da rû didin û pêdagîriyeke tevahî li mafên xwe bikin ku eve jî tenê bi parastina yekrêziya hêzên Kurdistaniyan û pêwendiya stratejiya li gel hêzên demokratiyên seranserê Suriye dibê.
Top