Parlamenterekî AKPê li dijî qedexeya mîtînga Amedê derket
Li gor ANFê, Galip Ensarioglu got: “Ez qedexeyan destûrî nabîmin. Wekî qedexeya Newrozê û ya mîtîngê. Divê her partiyekî siyasî bikare mîtîngan lidarbixe, lê di nava reftarekê de. Ger ev mîtingeke mafdar be, wê beramberiyê bibîne yan na, divê ew jî ji partiyan re bê hiştin. Ger zanyariyên derbarê hinek provakasyonan de hebe, tişta dikeve ser milê dewletê divê tedbîran werbigre. Qedexekirina vê mîtîngê ne tedbîre, divê ev wekî rêbaz û tedbîreke qedexekirinê neyê dîtin. İnşallah hê dem heye û hêvîdarim ku wê ji vê biryarê paşve gav bavêjin.
Ensarîoglu diyar kir ku ger ji biryara xwe nevegerin jî; “Divê sibe li kolanên Amedê, ji çalakî û protestoyên mirovên me têxin nava zorê nerevin. Hûn dikarin qedexeyê bênin ziman û qedexeyê şermezar bikin, lê ez difikirim ku gel xistina kolanan û destûrê nadin ku nakokî li kolanên Amedê çêbibin. Ez di wê baweriyê de me ku wê ji rêbazek zererê bigihîne Amedê dûrkevin.”
Duh cîgirê serokwezîrê Tirkiyê Beşîr Atalay derbarê qedexeya mîtînga Amedê de got: “Sala borî 14ê temûzê salvegera êrişa Farqînê (Silvan) û ragihandina Xweseriya Demokratîke. Ji ber wê yekê jî destûr nehatiye dayîn.”
'Qedexeya Walî me eleqeder nake'
Li aliyê din jî amadekariyên mitînga "Ji bo azadiyê berxwedana demokratîk" ku wê 14ê Tîrmehê li qada Îstasyona Amedê bê lidar xistin, li Sêrt, Edene, Êlih û Mêrdînê dewam dikin. Hevseroka Giştî ya BDPê Gultan Kişanak got; "Biryara qedexekirina mitîngê me eleqeder nake. Di 14'ê Tîrmehê de em ê li qada Îstasyonê mafê xwe yê demokratîk û daxwazên xwe yên riya çareseriyê biqêrin."
Rudaw
