‘Me ji opozisyonê re behsa pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê kir’
Serokê dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Fûad Hûsên di hevpeyvînek ligel rojnameya Hewlêr de ragihand ku timî peywendî û civîn ligel serkirdeyên opozisyonê hene. Di hevdîtinan de bi dirêjî behsa pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê hatine kirin ku çine.
Dr. Fûad Hûsên wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Piştî civîna Hewlêrê ya 28ê Nîsanê, ez çûm gel sekreterê Yekgirtûya Îlsamiya Kurdistanê û min jêre behsa pirsgirêkan kir. Dema civîn li Dûkanê jî hat kirin, el-Iraqiye û Tevgera Sedir hatibûn. Piştî vê ez çûm gel birêz Noşîrvan Mistefa û min jêre behs kir. Piştre jî ez çûm gel sekreterê giştî yê Komeleya Îslamiya Kurdistanê Elî Bapîr.”
Serokê dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê got: “Em vê yekê wekî erkekê dibînin ku ji wan re eşkere bikin. Divê li Kurdistan û di hevdîtinan de behsa çi tê kirin, ji wan re bêjin. Piştre ligel wan dimêne ku wê helwesta wan çi be.”
Ev gotinên serokê dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Fûad Hûsên di demekê de ye ku hinek aliyên opozisonê çend caran wiha dibêjin: “Em nizanin pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê li ser çine.”
Rudaw
