• Saturday, 07 February 2026
logo

“Civata Asayişa Herêma Kurdistanê destûrî ye”

“Civata Asayişa Herêma Kurdistanê destûrî ye”
Peyvdarê Hevpeymaniya Kurdistanê ragihand ku avakirina Civata Asayişa Herêma Kurdistanê destûrî ye û berê jî bi awayekî praktîk hebû.

Muayed Teyib ji AKnewsê re daxuyand ku avakirina wê civatê li gorî fermaneke Serokatiya Herêmê bû ku bi awayekî yasayî heye û di destûrê Iraqê de jî hatiye.

Teyib ronî kir ku Civata Asayişê ji çend saziyan pêk tê ku berê hene û avakirina civatê tenê ji bo rêkxistina wan saziyane ku bi hebûna rewşa herêmê aram bûye û aboriya herêmê pêşve diçe.

Teyib bal kişand ku karên wê civatê karekî siyasî ye dijî çalakiyên rêxistinên terorîstî û her karekî dijî ewlekariya herêmê.

AKnews
Top