• Saturday, 07 February 2026
logo

Birayê Nadir Nadirov koça dawî kir

Birayê Nadir Nadirov koça dawî kir
Birayê akademîsyen û profesorê kurd Nadir Nadirov (Nadirê Kerem), Qadirê Keremê Hecî Nadir 29-ê Hezîranê li bajarê Çîmkenta Kazakistanê koça dawî kir.

Qadirê Keremê Hecî Nadir nava hefteyê li Çîmkentê hate definkirin. Qadirê Kerem birayê mezin ê Nadir Nadirov bû û 86 salî bû.

Piştî vegera Nadir Nadirov ji ser Cenazeyê birayê xwe, li Alma Atayê komek rewşenbîr serdana wî kir û sersaxî lê kirin.

Serokê Kurdên Kazakistanê Kinyazê Îbrahîm û kesayetiyên naskirî yên mîna Mihemedê Mecîdê Mihê, Ezîzê Ziyo Bedirxan û Şîrîn Elî serdana mala Nadirov kir û xemgîniya xwe anî ziman.

Li hêla din Kinyazê Îbrahîm li ser Assasiatiya Kurdên Kazakistanê, di rojnameya Kazakistanskaya Pravda/Pravdaya Kazakistanê de sersaxiya malbata Nadir Nadirov kir.

Şayanê gotinê ye ku malbata Nadir Nadirov sala 1937-ê, ji Herêma Nexçîvanê ji hêla Stalîn ve sirgunê Kazakistanê hatibûn kirin. Ji bilî sirguna 1937-ê ku kurdên misilman ji Nexçîvan û Ermenistanê hatibûn sirgunkirin, sala 1944-ê jî kurdên misilman ên li Gurcistanê jî ber bi Asyaya Navîn, welatên Ozbekistan, Kirgizîstan, Turkmenistan û Kazakistanê ve hatibûn sirgunkirin.

Di sirguna ku bi qaseyên makîneyên heywanan û vagonên bar a trênan bi qasî du mehan ajot de, bi sedan kurd di riyan de telef bûn, cendekên wan li çol û beyaran hatin avêtin û gelek malbat ji hev qetiyan û hev winda kirin.

Rudaw
Top