Duhî li Sûriye 82 kuştî hebûn
Rewangeha Sûrî aşkera kir ku li bajarên Hums, Dêrazorê, derdora Şamê Deraa û Îdlibê 82 kes ji welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane û bi dehan kes jî birîndar bûne.
Herwiha li gor çalakên şoreşê bajarê Hemayê ji duhî ve tê bombebarankirin û li derdora Şamê jî êrişên tund hene.
16 meh derbaz bûn li ser destpêkirina xwepêşandan û raperîna gel li Sûriyê li dijî rejîm û desthilatê ku heta niha ji ber tepisandina xwepêşandanan ji aliyê hêzên rejîmê ve di bûyeran de zêdetirî 16 hezar kesî ji welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane.
AKnews
