ENS: Qonaxa veguhastinê bê çûna Esed dest pê nake
Biryar e, sibe şandeke ENSê bi serokatiya Seyda li ser vexwendina Wezareta Derve ya Rûsiya serdana Moskoyê bike.
ENSê di daxuyaniyekê de tekîd kir li ser berdewamiya şoreşê û xwestekên gelê Sûriya û di serî de hilweşandina rejîmê, AFP wiha veguhastiye.
ENSê xuya kir ku çûna Esed û darûdestekên wî divê berî destpêkirina her danûstanekê be derbarê veguhastina desthilatê.
ENSê di daxuyaniyê de dubare piştgiriya xwe bo “artêşa Sûriya ya azad” nîşan da û wiha pê de çû, “Artêşa azad baskekî şoreşê ye û bergiriyê li xwepêşanderan dike û gerentiya serekî ya berdewamiya aştiyane ya şoreşê ye.”
AKnews
