Herêm petrola xav li hember dizel dide Tirkiya
Li gorî nûçeya ajansa Reutersê, çavkaniyekê ji wezaretê ragihand, “Em tiştekî henarde nakin, ew barekî diyarkirî yê petrolê bû ku sinor derbas kir û wek berhemekî sûtemeniyê vegeriya herêmê, ew bar di heftiya borî de bo Tirkiya hate şandin.”
Çavkaniyê got jî, “Barkirina petrolê bo Tirkiya ji bo wergirtina dizel e ku herêm gelek pere li ser hawirdekirina wê xerc dike, pêdiviya herêmê bi dizelê heye daku wêsteghên elektrîkê vêxîne û xizmetguzariyan ji bo welatiyan peyda bike.”
Çavkaniyê aşkere kir ku hikûmeta Iraqê para pêdivî ya Herêma Kurdistanê ji dizel nade, lewra herêm dizel bi rêya Tirkiya re peyda dike.
Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê berî niha di daxuyaniyekê de ragihand ku hikûmeta Iraqê ji 25ê nîsana borî ve para herêmê ya sûtemeniyê ji 32 hezar û 116 bermîl bo 16 hezar û 826 bermîl petrol kêm kiriye.
AKnews
