Esed: Tirkiye alîkariya terorîstan dike
Li gor nûçeya televizyona NTV ya Tirkiyê, Beşar Esed hevpeyvînek ligel kanala Elmanî ARD encam da.
Esed diyar kir ku Plana Nûnerê Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Welatên Ereban Kofi Annan ji aliyê Tirkiye, Erebîstana Siûdî û Qeterê ve hatiye astengkirin û got: “Ev welat alîkariya pere û çekan didin terorîstan.”
Beşar Esed diyar kir Erebîstana Siûdî û Qeter çekan û Tirkiye jî piştgiriya lojîstîkî didin terorîstan.
Serokê Sûriyê Esed, Emerîka jî bi wê yekê gunehbar dike ku piştgiriya siyasî ligel opozisyonê dike û got: “Emerîka sêwana opozisyona çekdare û ji bo aramiya li welatê wî xirab bike, piştgiriya çeteyan dike.”
Serokê Sûriyê Beşar Esed li ser egera mûdaxaleyekî leşkerî ya li dijî Sûriyê jî kir û got: “Emê bersiva êrişan bidin. Armanca me jî wê parastina welatê me be. Ji xwe armanc û erkê me jî eve.”
Rudaw
