• Saturday, 07 February 2026
logo

Opozisyona Sûriyê li Rûsyaye û Enan diçe Êranê

Opozisyona Sûriyê li Rûsyaye û Enan diçe Êranê
Nûnerê navdewltî Kofî Enan îro 9/7/2012`an, li Sûriyê ragehand ku ew bi Serokê Sûriyê Beşar Esed re di hevdîtina xwe ya îro de, li ser cîbicîkirina palana sekinandina tundûtîjiyê li welêt lihev kiriye û wê vê planê bixe ber destê opozisyona çekdarî ya Sûriyê jî.

Enan bi daxuyaniyekê piştî hevdîtina xwe bi Esed re got: Me pêwîstiya sekinandina şer û rêyên wê digel Beşar Esed gotûbêj kirin û me li ser tezekê lihev kir û emê wê agahdarî opozisyona çekdarî jî bikin.

Ji aliyekî din Serokê Minbera Demokratî ya Sûrî ya ser bi opozisyonê Mîşêl Kêlo û şandeke pêre li ser vexwendina wezareta derve ya Rûsyayê seredana Moskoyê kirin û digel wezîrê derve yê Rûsya Sergy Lavrov civiyan.

Wezîrê derve yê Rûsya Sergy Lavrov îro 9/7 ragehand ku, Mosko bangî sekinandina şer li Sûriyê dike û divê ji bo pêşeroja welêt di demeke bi lez de dest bi diyaloga siyasî bê kirin.

Her weha Serokê Mibera Demokratîk ya Sûrî Mîşêl Kêlo ji kanala Rûsya Yewm re ragehnd ku, hêzên demokratîk li Sûriyê û Rûsya bi hevre dixwazin istiqrar li Sûriyê bi cî bibe.

Kêlo aşkira kir ku ew bi diyaloga niştimanî re ne, lê rêjîm .. mixabin bi bihaneya ku ev opozisyon nûnertiya gelê Sûriyê nake, bersiva daxwaziyên opozisyonê nade.

Mişêl kêlo tekez kir ku wan ji rêveberiya Rûsya daxwaz kirin ku ew rêjîma Beşar Esed aliyekî diyalogê nabînin û divê hikûmeta Rûsya helwesta xwe ji rêjîmê biguherin û destekê nedin Esed.

Xendan
Top