• Saturday, 07 February 2026
logo

Konsulusê nû yê konsulxaneya Amerîkayê li Hewlêrê dest bi karê xwe kir

Konsulusê nû yê konsulxaneya Amerîkayê li Hewlêrê dest bi karê xwe kir
yê herêma Kurdistanê Pol Satfen îro dest bikarê xwe kir û bi vê minasebetê serdana fermangeha têkeliyên derve kir û ji aliyê Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê ve hat pêşwazî kirin.

Konsulusê nû yê Amerîkayê di dîdarekê de digel berprisê têkeliyên derve, got ku ew kêfxweşe ku di vê qonaxê de li herêma Kurdistanê weke konsulusê konsulxaneya Amerîkayê li herêma Kurdistanê dest bi kar dike û hêvî kir ku ew bikare têkeliyên navbera herêma Kurdistanê û Amerîkayê de ber bi pêşve bibe.

Felah Mistefa pîrozbahî li konsulusê nû yê amerîkî kir û rola konsulsuê berê Alex Laskarîs di xurtkirina peywendiyên digel Amerîkayê de bilind nirxand.

Her du aliyan behsa mekanîzmeke minasib kir ka çawa, ji bona geşepêdana aborî, bazirganî, xwendin, kultur û warên din li herêma Kurdistanê, zêdetir saziyên cuda yên sektora taybet û sektora giştî yên her du aliyan li hev nêzîk bikin.

Rewşa siyasiya herêmî, Îraq û Kurdistanê mijareke din a vê dîdarê bû.
Top