• Saturday, 07 February 2026
logo

Li Dêrsimê çawişek pispor hat kuştin, 1 birîndar

Li Dêrsimê çawişek pispor hat kuştin, 1 birîndar
Li gundê Alacik ê Dêrsimê di encama teqînekê de çawişeke pispor hat kuştin û leşkerek birîndar bû.

Gerîlayên HPG’ê di di 6'ê tîrmehê de di navbera saet 18.00-21.00'an de di navbera Dersim-Erzinganê de li herêma Rojnek çalakiyeke rêbirînê li dar xistin, di encamê de 5 wesayît hatin şewitandin û nêzî 150 wesayît hatin rawestandin. Operasyona artêşa Tirk ku di 7’ê tîrmehê de li vê deverê dest pê kiribû berdewam dike.

Hat ragihandin ku di encama teqînekê li hemberî leşkerên Tirk ên derketibû operasyonê pêk hat de herî kêm çawişeke pispor mir û 1 jî birîndar bû.

ANF
Top