• Saturday, 07 February 2026
logo

Aydinlik: Ocalan talîmata hevdîtinê da Zana

Aydinlik: Ocalan talîmata hevdîtinê da Zana
Ji rojnameya Aydinlikê Sabahattin Onkibar îdia kir ku, Zana bi têlefonê talîmat ji Ocalan girtîye û hevdîtina Erdogan kiriye.
07 Tîrmeh 2012 Şemî 09:38

Rojnameya Aydinlikê, dîsa qala îdiayek balkêş kir. Ji rojnameyê Sabahattîn Onkibar, di gotara xwe de îdia dike ku, li Enqerê, navekî gellekî girîng, bi wî re gotiye ku, Abdullah Ocalan, bi telefonê bi Parlementera Serbixwe a Amedê Leyla Zana re peyiviye. Ocalan talîmat daye Zana ku bi Erdogan re hevdîtinê lidarbixîne. Li ser vê, Leyla Zanaya ku, 6 meha berê gotiye, "çek, garantiya Kurdan in", daxuyaniyên nerm dane.

Onkibar xwe dispêre wî navî ku eşkere nake û îdia dike ku, ev projeyeke Amerîkayê ye.

Li gorî Onkibar û wî mirovî ku jêre peyiviye, MÎT, pirr caran, li mêvanxana MÎTê a li Bursayê, bi Ocalan re hevdîtin kiriye. Ocalan îkna nekirine. Ocalan her tim gotiye, "Amerîka, di vê pêvajoyê de li kuderê disekine?" Ji bo ku Ocalan îkna bikin, MÎTê, dîplomatekî Amerîkî û sîxurekî CIAyê anîna cem hev. Piştî vê hevdîtinê, Ocalan îkna bûye û talîmat daye Leyla Zana ku, bi Erdogan re hevdîtinê lidarbixîne.

Avestakurd
Top