Mafên kurdan bi dijbereya Sûriyê re ‘hilpesartî’ man
Dijbereya Sûriyê di encamnameyê de li ser hilweşandina rejîma el-Esed lihev kir û her wiha piştgiriya Artêşa Azad û xwepêşandanên gel, lê ji ber ku encamnameyê kurd weku gel neda nasîn kurdan nerazîbûna nîşan dan û ji kongreyê vekişiyan.
Encûmena Niştimanî ya kurd li Sûriyê (ENKS) û Encûmena Gel û Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) û hemû partî û kesayetiyên kurd ji bilî serokê Encûmena Niştimanî ya Sûrî (ENS) Ebdilbasit Seyda ji kongreyê vekişiyan.
Di dema vekêşana kurdan hinek pevçûnên bi destan jî di nav kurdan û hinek aliyên dijbereya Sûriyê de rû da, lê bi hewldanên ji aliyê Sekreterê Komkara Ereb Nebîl el-Erebî û ji gelek aliyan ve kurd vegeriyan kongreyê, bûyî daxwaza kurdan bihête çareserkirin.
Endamê Şandeya ENKSê Kameran Haco ji AKnewsê re ragihand, “Em dixwazin bendeke taybet bi ferman û yasayên berê li ser kurdan hatine sepandin hebe û soz bihê dan ew bihêne hilweşandin û erd û milkê kurdan bihêne vegerandin.”
Haco amaje pê da ku hinek yasa taybet bo kurdan derketine û erdê wan ji wan hatine standin û bo ereban hatine dayîn.
Herwiha Haco diyar kir ku hinek aliyên dijbereyê dan bi mafê kurdan dike lê hinên din nêrîna wan ne aşkera ye û hin din jî li dijî wan mafan in.
Haco got, “Birayên me ji tirkmanên Sûriyê bi tundî li dijî binavkirina gelê kurd in, em weku gel dibînin bila ew jî me weku gel bibînin.”
Endamê Şandeya ENKSê got, “Em kurd hest pê dikin ku baweriya dijbereyê bi mafê me nîne, lewma di Belgenameya Peymana Niştimanî de em nehatine binavkirin weku gel, baweriya wan bi dadperwerî û neteweya gelê kurd nîne.”
Ji aliyê xwe ve, Murşid Xeznewî ku ew jî di nav Bloka Kurdî de cî digire ji AKnewsê re got, “Du xal cihê nakokiyê ne, yek sêkularîzma dewletê û ya din jî pirsa kurdên Sûriyê.”
Xeznewî ku bi xwe kurê dijber û zanayê îslamî yê navdar Maşûq Xeznewî ye yê bi şêweyekî tarî sala 2005ê hate kuştin û rejîma Sûriyê pê hate tawanbarkirin got, “Hinek aliyên ereb hene û hinekên din yên îslamî weku Îxwan Mislimîn razî nabin ku peyva kurd di destûrê de serbaz be.”
Di vê civînê de, zêdetirî 200 kesayetiyên dijber kom bûbûn ku “Belgenameya Peymana Niştimanî” xwendin û belgeyeke din derbarê dîtinên siyasî yên hevbeş di navbera dijbereya Sûriyê de gotûbêj kirin.
Kongreya Qahîreyê ji aliyên Komkara Ereb ve hate rêkxistin û tê de ENS, Desteya Hemahengiya Niştimanî, Dijbereya Kurdî, Birayên Misliman (Îxwan Mislimîn) û çendîn kesayetiyên dijber û çalakên tevgera şoreşê beşdarî kirin.
AKnews
