• Saturday, 07 February 2026
logo

Serokê Exxon Mobil serdana Herêma Kurdistanê dike

Serokê Exxon Mobil serdana Herêma Kurdistanê dike
Serokê Kompaniyeya Exxon Mobîl di 2 rojên dahatî dighîje Herêma Kurdistanê bi mebesta cîbicîkirina girêbestên neftê.

Serokê Kompaniyeya Exxon Mobîl, Rex Tillerson tevî nameyeke Amerîkî di 2 rojên dahatî dighîje Herêma Kurdistanê. Armanca vê serdanê cîbicîkirina her 6 girêbestên ku ligel Herêma Kurdistanê îmzakirine bo vedîtina neftê.

Rojnameya Destûr a Îraqî belavkiriye ku Amerîka di vê nameyê de daxwaz ji Kompaniyeya Exxon Mobîl kiriye ku rasterast destbike bi cîbikirina her 6 girêbestên ku ligel Herêma Kurdistanê pêkanîne.

Ev di demekê de tê ku Serokwezîrên Îraqê, Nûrî Malikî nameyek bo Serokê Amerîka, Barak Obama şandibû û têde daxwaz kiribû ku rê nede Kompaniyeya Exxon Mobîl girêbestên xwe yên neftê ligel Herêma Kurdistanê cîbicî bike. Malikî di vê bawerê de ye ku cîbicîkirina van girêbestan mumkîne bibe sedema derketina şer.

Kompaniyeya Exxon Mobîl di 18`î Mijdara sala borî de 6 girêbestên neftê ligel Herêma Kurdistanê encamdane ku hin ji van dikevin navçeyên qutkirî.

Rudaw
Top