Sedrî: Aliyê kurd di meseleyên stratejî de yek helwest in
Serkirdeyê fraksyona Ehrar a girêdayê Tevgera Sedir Ebdulstar Beyatî ji Rûdawê re got: “Derbarê poşmanbûna ji bo bawerî standina ji serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî zextekî zêde ya navxweyî û derve li ser Tevgera Sedir heye.”
Ebdulstar Beyatî di berdewama axaftinên xwe de got: “Di vê derbarê de Îranê gelek zext li me kir. Ji ber birêz Muqteda Sedir li ser helwesta xwe ya pêwîste bawerî ji Malikî bê wergirtin berdewam e.” Beyatî got: “Em di biryarên giring û yên derbarê çarenivîsa gelê xwe de zextên ti aliyekê na pejirînin.” Beyatî red kir ku Sedrî ji bawerî standina ji Malikî poşman biribin û got: “Em heta niha li ser helwesta xwe berdewam in.”
Serkirdeyê fraksyona Ehrar Ebdulstar Beyatî derbarê helwesta kurdan de jî got: “Aliyê kurd di meseleyên stratejîk de yek helwest in û ti pirsgirêkek wan nîne.”
Rudaw
