• Saturday, 07 February 2026
logo

Ji Ber Çendîn Teqînan Li Îraqê De 39 Welatî Canê Xwe Ji Dest Dan

Ji Ber Çendîn Teqînan Li Îraqê De 39 Welatî Canê Xwe Ji Dest Dan
Çavkaniyên hêzên ewlekarî yên Îraqê ragihandin ku, Duh 8 bombeyên wedayî li Taxê Tacî ya li Bakûrê Bexdayê de hatine teqandin û di encam de 3 karmendên polîs canê xwe ji dest dan û 21 karmendin din jî birîndar bûn.

Her evro di nava Bazareke fiqî firoştinê ya li Kerbelayê de du maşînin bombekirî hatine teqandin û di encama wan du teqînan de jî herî kêm 11 welatî canê xwe ji dest daye û 45 welatiyên din jî birîndar bûne.

Di vê derbarê de Rayedarên Kerbelayê eşkere kirin ku, jiber xedar bûna birîna hinek ji birîndaran tê payîn ku, hijmara miriyan hîn zêdetir bibe.

Her evro çavkaniyek ji hêzên polîs yên li Parêzgeha Dîwaniyeyê de diyar kir ku maşîneke bombekirî li navenda Bajarê Dîwaniyeyê de hatiye teqandin û di encam de 25 welatî canê xwe ji dest dane û zêdetir ji 70 welatiyên din birîndar bûne.

kurdistantv
Top