• Saturday, 07 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê serxweşiyê li malbata rêzdara xwedê jêrazî Mehmûd Posteçî kir

Serokê Herêma Kurdistanê serxweşiyê li malbata rêzdara xwedê jêrazî Mehmûd Posteçî kir
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Malbata rêzdara xwedê jêrazî Mehmûd Posteçî

Silavên xwedê li we bin

Bi mixabinî nûçeya koça dawiya Pêşmergeyê kevin û zehmetkêş xwedê jêrazî Mehmûd Posteçî gihîşt min.

Bi vê xemgîniyê ve hevxemiya xwe pêşkêşî malbata we ya birêz dikîn ku ji bilî ji destdana Pêşmergeyekî kolneder me hevalekî dilsoz û bi wefa ji dest da ku herdem li bîra me dimîne.

Ji yezdanê mezin hêvîdarîn xwedê jêrazî bixe ber soza berfirehiya xwe û li bihûşta fireh şad bike û sebir û dilnewayiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)


Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
02/07/2012
Top