• Saturday, 07 February 2026
logo

Ocalan û Emerîka civiyane

Ocalan û Emerîka civiyane
Gelo li pişt perdê çi dibe? Serokê PKK'ê Ocalan ligel kî hevdîtinan dike ji bilî MIT Tirkiyê?

Rojnameya Aydinlik ya Tirkiyê berdewamiya nivîsa xwe ya duhî di der barê Ocalan de îro (1/7/2012) idîayek belav kir.

Rojnameyê di beşê duhî de gotibû ku Serokê PKK'ê bi balefireke taybet ji girava Îmraliyê birine bajarê Bursa, û di her carê de bi deh rojan li mêvanxaneya MÎT'ê ya li Bûrsayê de dimîne.

Di beşê îro de jî balê dikişîne ser hevdîtina Ocalan û Emerîka. Li gor rojnameyê çarşema derbasbûyî Ocalan û Emerîkî li hev civiyane. Hevdîtin ji derveyî girava Îmraliyê pêk hatiye.

Bê guman ev nûçeya der barê Ocalan de ji aliyê rojnameya Aydinlik ve tê belavkirin li gor hin jêderane û cîdî û girîng in. Lê heta niha ne berpirsên bilind yên dewleta Tirk û ne jî aliyê PKK'ê bersiva van hevdîtinan dane.

Avestakurd
Top