• Saturday, 07 February 2026
logo

Zana: Min ji bo Ocalan girtîgeha malê xwest

Zana: Min ji bo Ocalan girtîgeha malê xwest
Parlamentera serbixwe ya Amedê Leyla Zana behsa hevdîtina xwe ya ligel serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan kir û got: “Min ji Erdogan re got ku divê hevdîtinên li Osloyê ji nû ve dest pê bikin û welatekî ku darvekirin rakirî, dikare birêz Ocalan bêxe di girtîgeha malê de.”

Duh serokwezîrê Tirkiyê Tayîp Erdogan li avahiya serokwezîrtiyê ligel parlamentera Amedê Leyla Zana hevdîtinek pêkanî.

Leyla Zana di civîneke çapemeniyê de behsa hevdîtina ligel Erdogan kir. Zana diyar kir ku min di hevdîtinê de diyar kir ku pêwîstiya Tirkiyê bi berdewamkirina aştî û diyalogê heye. Zana got: “Pêwîstî bi lêgerîna çareseriyeke ji bo tiştên tên jiyankirin û hatine jiyankirin heye. Wekî min ji wî bi xwe re gotî, êdî gotin û soz têra gelê me nake. Ev pêvajo paşde ma.”

Zana di berdewama axaftinên xwe de diyar kir ku çara yekemîne diçe odeya civîna çapemeniyê. Zana diyar kir ku ji bo aştiyê pêwîstî bi têkirina her kesî heye.

Leyla Zana diyar kir ku ji Erdogan re gotiye, ‘Li cîhanê ti gel bi pere fêrî zimanê xwe yê dayîkê nabe.” Zana behsa çekberdanê jî kir û got: “Gotinên çekan berdin, wê operasyon rawestin ne rastin.”

Leyla Zana destnîşan kir ku di mijarên giring ên bingehê vê hevdîtinê hene û wiha pêdeçû: “Dema em sala 2004an ji girtîgehê derketin, me daxwaza hinek hevdîtinan kir. Dibe ku ev pêvajo hatibe ji bîrkirin. Me xwest em bi bîr bênin. Bingehekî bi vî awayî yê vê hevdîtinê heye. Ez wekî kesekî berî 21 salan soza ji bo wekheviya vî gelî xwarî, min diyar kir ku gotinên min hene. Min behsa çavkaniya mafê gelê kurd kir. Min got, pêwîstî ne bi avêtina gavên biçûk, belkî bi pêngavên mezin û jidil hene. Min got, Roboskê û girtinên KCKê birînekî vekirî li me daye. Êdî gotin têra gelê me nake. Min diyar kir ku divê hevdîtinên li Osloyê ji nû ve dest pê bikin û welatekî ku darvekirin rakirî, dikare birêz Ocalan bêxe di girtîgeha malê de.”

Parlamentera serbixwe ya Amedê Leyla Zana di dawiya axaftinên xwe de diyar kir ew bi mejî, wijdan û nêzîkatiya xwe ya siyasî tevgeriyaye.

Rudaw
Top