• Saturday, 07 February 2026
logo

ENKS beşdariya xwe di kongreya Qahîreyê de piştrast dike

ENKS beşdariya xwe di kongreya Qahîreyê de piştrast dike
Serokê Peywendiyên Derve yê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) got ku ew di kongreya Qahîreyê ya dijbereya (opozisyona) Sûriyê ku roja duşemê disaze, beşdar dibin.

Serokê Peywendiyên Derve yê ENKSê Ebdilhemîd Derwêş ji AKnewsê re ragihand, “Piştî em ji aliyê Komkara Ereb ve hatin vexwendin, bêtirî 10 endamên ENKSê dê di kongreya Qahîreyê de beşdar bibin û em dê dîtina xwe di çareserkirina aloziya Sûrî de diyar bikin.”

Derwêş diyar kir ku wan daxwaznameyek bi xwestek û mafên gelê kurd li Sûriyê ku di dema rejîma Baasê de hatibûn çewsandin amade kiriye û em pêwîst dibînin ku hemû aliyên dijbereya Sûrî danpêdanê bi van mafan bikin.

Encûmena Niştimanî ya kurd li Sûriyê (ENKS) di encama Kongreya Niştimanî ya Kurd li Sûriyê de hatiye damezrandin ku di 26ê cotmeha 2011ê de, bi beşdarbûna kesayetiyên serbixwe û nûnerên piraniya partiyan û hinek hevrêzên ciwanên çalak, saz bû.

AKnews
Top