Malikî: Divê hilbijartinên pêşwext bê kirin
Nûrî Malikî, di daxuyaniyekê de, ku ji aliyê ofîsa fermî ya wî ve hat weşandin, diyar kir, ji ber ku aliyên hember diyalogê red dikin û li ser çêkirina aloziyê rijd in, em neçar dimînin daxaza hilbijartinên pêşwext bikin ji ber ku gelê Iraqê dikare bi vî awayî gotina dawî bike.
Li gorî daxuyaniyê, serokwezîrê Iraqê di çarçoveya geşekirina rewşa siyasî û bihêzkirina demokrasiyê li welêt de, daxaza diyalog û encamdana reformên giştî dike.
Li gorî madeya 62 ya destûra Iraqê, li ser daxaza ji 3 yek û bi piraniya dengên endamên parlamentoyê, parlamento tê hilweşandin yan jî li ser daxaza serokwezîr û bi rizamendiya serokkomar ev yek dibe, lê di dema ku parlamento hewl dide lêpirsînê li seorkwezîr bike nabe were hilweşandin.
AKnews
