• Saturday, 07 February 2026
logo

“172 îmza hene û Malikî bi gelek rêyan nûçeyan bo Barzanî dişîne”

“172 îmza hene û Malikî bi gelek rêyan nûçeyan bo Barzanî dişîne”
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê aşkere kir ku ku niha 172 îmzayên parlamenteran hene ji bo vekişandina baweriyê ji Malikî.

Fûad Hisên di hevpeyvînekê de digel rojnameya Hewlêrê (li Hewlêrê tê weşandin) got, “Niha 174 îmza hene ku 2 ji wan di rê de ne û nehtine, lewra 172 îma bê îmzayên Tevgera Goran (xwediyê 8 parlamenteran) û grûpeke xristiyanan hene.”

Hisên bal kişand ku wan parlamenteran bi destê xwe li ser daxwaza vekişandina baweriyê ji Malikî îmza kirine, lê eger di parlamentoyê de nêrîna xwe biguharin ev tiştekî din e.

Hisên got jî, “Malikî bi rêya gelek kesan re npçeyan ji Serokê Herêmê re dişîne ku ew amade ye sozên xwe pêk bîne yan careke din digel Serokê Herêmê bicive, lê ez bawer nakim ti rûniştinek navbera Serokê Herêmê û Malikî hebe.”

AKnews
Top