Li Kerkûkê teqîn, 15 kes bûn qurbanî
Jêderekê li birêveberiya polîsê Kerkûkê ji Xendanê re ragehand ku: Îro 20/6, danê sibê li nêzîk otêl Qesir Kerkûk, otombêleke cura teksî teqiye û li gor amarên destpêkê yê teqînê 2 kes hatine kuştin û 13 kes jî birîndarbûne.
Hate zanîn ku serdozgerê tawanê yê Kerkûkê jî di nava birîndaran de bû. Her weha teqînê ziyaneke madî yê zor jî encam daye.
Xendan
