• Saturday, 07 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Elmanya li Iraq kir

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Elmanya li Iraq kir
Îro dûşem 18/06/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya birêz Christian Berger Balyozê Elmanya li Iraq kir ku ji bo dawî hatina erkê xwe serdan kiribû.

Li hevdîtinê de ku birêz Rolf Ulrich Konsolê Giştî yê Elmanya li Hewlêr amade bû, pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê li gel Elmanya weku welatekî girîng û xwedî pêgeha aborî û teknolojî hate tekezkirin ku dikarin rolekî ber bi çav li pêvajoya avadankirin û geşkirina Herêmê de bibîne.

Li mijarekî dinê hevdîtinê de rewşa siyasiya Herêm û Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin û li vî warî de Balyozê Elmanya li Iraqê behsa rewşa Herêmê kir û ragihand ku li deh salên derbasbûyî de Herêma Kurdistanê pêşkeftinekî ber bi çav dîtiye û hêvî xwest ew aramiya rewşa emnî û pêşkeftinên Herêmê tevahiya bajarên Iraqê de li xwe bigre.

Serok Barzanî jî hêviya Herêmê ya ji bo pêşxistina pêwendiyên li gel Elmanya dûpatkir û li wan erk û karên wî yên nû de hêviya serkeftinê ji bo Balyoz xwest‌.
Top