• Saturday, 07 February 2026
logo

Komisyon:Amadekariyên bo hilbijartina Civata Parêzgehan hatiye ragirtin

Komisyon:Amadekariyên bo hilbijartina Civata Parêzgehan hatiye ragirtin
Endamekî Civata Komisyaran ji Komisyona Bilind ya Hilbijartinên Êraqê ragihand ku, di dema niha de tevaya amadekariyên bo hilbijartina civata parêzgehên Herêmê hatine ragirtin, daku yasaya civata parêzgehan bê sererastkirin.

Her weha ron kir ku , heya niha tu dem ji bo encamdana hilbijartinan ne hatiye diyar kirin.

Endamekî Civata Komisyaran ji Komisyona Bilind ya Hilbijartinên Êraqê Hakim Serdar Ebdulkerîm bo malpera Xendan ragihand ku, di dema niha de me tevaya amadekariyên xwe ji bo Hilbijartina Civata Parêzgehan ragirtiye, çimkî ji bo her amadekariyekê, divê ku pare ji bo wê bê xerc kirin, ku ew pare vala diçe.

Navbirî got: Ji ber hindek karên taybet bi hilbijartinê ku yek ji wan sererastkirina çend bendên yasaya civata parêzgehan yên pêwîst, me daxwaz kiriye ku, hilbijartina civata parêzgehan bo heyama 2 heyvan bê paşdaxistin.

Weha berdewam kir, heya niha demek ya nû ji bo hilbijartina parêzgehên herêmê ne hatiye diyar kirin.

Biryar bû civata parêzgehên herêmê di dawiya heyva Îlonê de hilbijartin encam bida, lê li ser daxwaza komisyona hilbijartinan hat paşdaxistin.

Xendan
Top