ENKS û PYD li Hewlêrê reşnivîsek îmze kirin
Li gor ajansa Rojavayê Kurdistanê ya nûçeyan Mîdyanewsê, di vê hevdîtinê de her yek ji Ebdilhemîd Derwêş û Ebdilhekîm Beşar û Mihemed Mûsa endamên komîteya derve ya ENKS nûnertiya Encûmena Niştimanî kirin, herwiha Ebdilselam Osman û Sînem Mihemed nûnertiya Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê kirin herwiha Hisên Koçer jî beşdar bû ku hemû ser bi PYDê ve ne.
Ev dîtin li Hewlêrê bi serpereştiya Dr. Hemîd Derbendî serokê nivîsgeha pêwendiyên giştî di Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê de wek nûnerê Serokatiya bi rê ve çû.
Jêderan herwiha daxuyandin ku beşdarên vê hevdîtinê li ser hejmarek xal rêkeftin û reşnivîs hate danîn û dê pêşkêş bi her du Encûmenan bikin bi mebesta biryara dawî li ser were dan.
Herwiha daxuyand ku xalên vê rêkeftinê pêk hatibûn ji, damezrandina komîteyek hevbeş navbera her du aliyan de li ser karê siyasî û dîplomasî û tevgera hevbeş bo gihiştin bi projeyeke siyasî hevgirtî li ser bingeha prensîpên niştimanî û netewî ya gelê Kurd li Sûriyê.
Herwiha ji xalên rêkeftinê, kar ji bo rûxandina rejîma dîktatorî li Şamê û avakirina welatekî demokrat û piralî û avakirina Sûriya nû ya firenetewe ku li gor hêviyên gelê Kurd be di danpêdana destûrî bi hebûna wan wek gelekî resen, herwiha çareserkirina doza Kurdî bi şêweyekî demokrat.
Ji aliyê xwe ve Telal Mihemed endamê sekreteriya giştî ya ENKS û endamê Politburoya Partiya Rêkeftina Demokrat a Kurdî li Sûriyê di daxuyaniyekê de bo ajansa Mîdyanewsê got, "Xalên ku her du alî li ser rêkeftine, gaveke berev pêşvebirina pêwendiyan di hemû aliyan de ye".
Herwiha got, "Ev rêkeftin dê piştevaniya gelê Kurd li Sûriya bike bi mebesta cîbicîkirina armancên wan û bihêzkirina wan di nav şoreşa Sûriya de ji bo avakirina Sûriya demokrat".
AKnews
