• Saturday, 07 February 2026
logo

Sibê Civata Wezîrên Êraqê li Mûsilê dê bicivin

Sibê Civata Wezîrên Êraqê li Mûsilê dê bicivin
Di çarçoveya civînên parêzgehên Êraqê de, biryare sibê civata wezîran li bajarê Mûsilê bicivin.

Rojnameya Sebah ya Êraqî li ser zarê endamê Dewleta Yasa Ednan Serrac ragihand ku, serok wezîrê Êraqê Nûrî Malikî biryar daye ku civîna wê civatê sibê li bajarê Mûsilê birêve biçe.

Çavkaniyeke nêzî hikûmetê jî ji bo wê rojnameyê aşkere kiriye ku, civata wezîran biryar daye ku, di encamdana civînan li parêzgehên Êraqê yên de berdewam be.

Roja 8 Gulanê Nûrî Malikî li bajarê Kerkûkê serokatiya civînek ya civata wzîran kir ku, ji aliyê wezîrên Kurd ve hat baykotkirin û serdana Malikî bo wî bajarî bû sedema nerazîbûna beşek ji siyasetmedarên Kurd ku serdana Malikî wekî sivikatîkirina bi Kurd bi nav kirin.

Heyva Sibat ya borî jî civînek civata wezîrên Êraqê li bajarê Besre`yê bi rêve çûbû.

Xendan
Top