Serok Barzanî: Heta niha Raya Giştî ya Erebî Têgihîjtineke Rohin bo Pirsa Kurd Nîne
Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê , hevpeyvînek li gel dezgeha ragihandinîya Dubay (dubai Media) saz kiriye û tê de di bareya nerîna civaka erebî bo pirsa Kurd de ragihandiye:doza Kurd pêşkevtineke berçav bi xwe ve dîtîye belê heta niha şeqama erebî ev têgihîjtina rohn bo pirsa Kurdê nîne herçend hindek ji nivîskar û rewşenbîrên ereb ji pirsa Kurd têdigihîjin û em jî berdewam hewl didin bo nasandina pirsa Kurd bi şeqama erebî.
Serokê herêma Kurdistanê herwisa tekezî kir: em hewl didin nebîne beşek ji milmilanî û kêberîyên deverê, çi herêmî be yan jî çi navdewletî be, belku em hewl didin hevsengîyekê di peywendîyên xwe de rabigirin û Kurd nebe beşek ji milmilanîyan.
Serok Barzanî weha jî got, ku di rewşa niha de Kurd dûre ji şerê navxweyî û ewe jî destkevteke mezine ku me bi dest ve anîye.
Di bareya peywendîyên navbera Herêma Kurdistanê û Turkiyeyê de, Mesûd Barzanî weha daye xuyakirin, ku ´´ çend salek berî niha, peywendîyên bi Turkiyeyê re aloz bûn û Turkiyeyê dan bi herêma Kurdistanê nedina (nas nedikir), belê niha gorankarîyên berçav di siyaseta Turkiyeyê de çê bûne û serok wezîrê Turkiyeyê serdana Hewlêrê kir û di peyvekeê de li Hewêlê got, ku ´´ew roja Kurd tê de dihat paşguhxistin, çû´´, niha jî peywendîyeke berçav a bazirganî di navbera me de heye û her du alî jî ji ewan peywendîyan sûdê dibînin.´´
Serokê herêma Kurdistanê di beşeke din a evê hevpeyvînê de, weha jî daye xuyakiirn, ku heger milmilanî jî di navbera Turkiyeyê û Îranê de hebe, em naxwazin bibin beşek ji ewê milmilanîyê, çimku me pêywsîtî bi peywendîyê li gel her du alîyan heye.
Di bareya helwêsta hindek ji dewletên herêmî jî de, serok Barzanî ragiahndiye, ku bêgoman hindek ji dewletên herêmî dest dixin di nav karûbarên Iraqê de û zêdetir aloz dikin.
Mesûd Barzanî di bareya nerîn û helwêsta Amerîkayê li hember Kurd de jî, tekezî li ser ewê çendê kiriye, ku Amerîka li gel Iraqeke demokrat û destûrî de ye û tekezî li ser pabendîya xwe jî beramber Kurd û Kurdistanê kirine.
Barzanî di ewê hevpeyvînê de basa rewşa niha ya Iraqê dike û dibêje: li gor rêkevtinnameya Hewlêrê, hîç alîyek nehatîye paşguhxistin û hîç alîyek jî zolm lê nehatîye kirin û hemû alî heta niha jî kokin li ser ewê çendê ku cîbicîkirina rêkevtinnameya Hewlêrê, dê arîşeyan çareser bike. Piştî rûxana rejîma Beis, li gel Sunnîyan me du kongire li Hewlêêr saz kir û me hewl da nerîn û helwêsta Kurd bo wan rohn bikin, herwisa bo beşdarbûna wan di prosesa siyasîya Iraqê de me hewl da, belê hindek alîyên Sunnî heta niha jî gorankarîyên li Iraqê qebûl nekirine.´´
Serok Barzanî herwisa tekezî jî kir, ku hewldan bo takrewî di desthilatdarîyê de, jêdera arîşe û giriftên Iraqê ye belê heger hemû alî pabendî destûrê bin, ewê demê hîç arîşeyek çê nabe.´´ Her di evê bareyê de, Barzanî got: ez li gel acnedaya Iraqî me bo çareserkirina arîşeyan û hîç kêşeyekî şexsî jî min li gel Malikî nîne.
Di bareya pirsa Haşimî de, serokê herêma Kurdistanê dide xuyakirin, ku di pirsa Haşimî de, min pêşnîyar kir bi rêya guftûgoyê li gel her sê serokatîyên Iraqê, ew arîşe bihê çareserkirin û nabe di ewan cure arîşen de, bi yek alî biryar bihê dan.
Serok Barzanî di dirjîya evê hevdîtina xwe de, basa dadgeha Iraqê jî dike û nerîna xwe ya di bareya dadgeha niha ya Iraqê de weha nîşan dide: min bawerî bi dadgeha niha ya Iraqê nîne, çimku hatîye siyasîkirin û ew dadgeha niha jî gelek cîyawaze ji dadgeha sê sal berî niha.
Di bareya supayê Iraqê jî de, serok Barzanî bê bawerîya xwe li hember ewê supayê nîşan dide û weha dibêje: ez çawan bawerîyê bi supayekê bikim ku di yek ji kombûnan de yek ji efserên pile bilind dibêje, em çaverêyî firokeyên F16 dikin da ku Kurd ji Hewlêrê jî bikin derê.
Mesûd Barzanî herwiha di bareya Kurdên parçeyên dinên Kurdistanê jî de dibêje, ku her parçeyeke Kurdistanê li gorî taybetmendîya rewşa xwe arîşeyan çareser dike û pirsa Kurd jî bi şerr çareser nabe.
Serokê herêma Kurdistanê di bareya rewşa niha û rewşa niha ya Kurd de dibêje: pêştir me pirsahebûn û nasnameyê hebû, belê niha rewş hatîye guhertin û pêywîste em akr li ser ewê çendê bikin ku çawan arîşeyan bi şêwazên dîplomatîk û aştîyane çareser bikin.
