Serokê Herêma Kurdistanê li gel Birêvebirên Nivîsê Rojname, Kovar, Radyo û Televîzyonên Herêma Kurdistanê civiya
Li destpêka civînê de Serok Barzanî pîrozbahiya 114 saliya salvegera rojnamevaniya Kurdî li amedevanan û hemû rojnamevanan pîroz kir. Paşê li gotarek de ragihand ku ji bo vê roja pîroz û her wiha vegerana min ya serdana çend welatên derve, pê min xweşbû li nêzîk ve li gel we yên birêz kombibim û bi giştî behsa serdana xwe ya ji bo derveyê welat û pêvajoya niha ya Iraq û Kurdistan û navçeyê bikin û guh bidim nêrîn û têbînî û pêşniyarên we.
Sebaret bi serdana Emerîka Serok Barzanî got: Serokayetiya Emerîka li gel Iraqekî demokrat û federal û firehî û yekgirtîne heman demî de tekez li wê yekê kir ku pabendin bi beramber Herêma Kurdistanê sebaret bi rewşa navxweyiya Iraqê ragihandin guhertin li çarçêweya destûra Iraqê da aliyê Emerîka ve asayî ye.
Sebaret bi Tirkiye Serok Barzanî got: Hevdîtina me li gel Serok, Serok Wezîr û Berpirsên dinê Tirkiye çend mijarek li xwe girtibû bi taybetî pirsa Sûriye pêwendiya Herêma Kurdistanê û Tirkiye kêşeya navxweyiya Tirkiye û pirsa PKK, bi eşkere bi me ragihandin ku ne li gel şerin û tu kêşeyek jî bi şer çareser nabê eger bijardeya aştî li holê da bê em beşdar û hevkarîn. Sebaret bi pêvajoya niha ya Iraqê Serok Barzanî got sebaret kêşeyên vê dawiyê dîtin û nêrînên cûda cûda xistine rû bi taybetî piştî peyama min ya ji bo Cejna Newroz, li vî derbarî de min qeyran dirust nekiriye wekî hinek kes behsa wê yekê dikin min behsa qeyranek kiriye ku nedihate behs kirin. Şeş sale gelek soz dihate dayîn û axaftin dihate kirin lê cîh bi cîh nebûn ji bo wê yekê ev rewşa niha ya Iraqê ne cihê qebulkirinê ye, li demeke nêzîk de dest bi şêwirînê dikîn û li gel Serok Komar û hizb û aliyên Kurdistanî û Iraqî bo ku bizanîn li paşarojê digihîn çi encamek.
Paşê ji aliyê amadevanan ve çendîn pirsiyar û têbînî xistin rû Serok Barzanî jî bersîva pirsiyaran da û spasî têbîniyên wan jî kir.
