• Saturday, 07 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê digel şandekî bilinda lîsta El Iraqiye civî ya

Gulan Media March 25, 2012 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê digel şandekî bilinda lîsta El Iraqiye civî ya
Duh, yekşem 25/03/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Hewlêr pêşwaziya şandekî bilinda lîsta El Iraqiye ya bi Serokayetiya Dr. Eyad Ellawî kir.

Di hevdîtinê de Dr. Eyad Ellawî bi navê lîsta El Iraqiye pîrozbahiya cejna Newroz û serê sala nû ya Kurdî li gelê Kurdistanê kir û hêvî xwest ew ewlehî û asayîş û aramiya ku li Herêma Kurdistanê da heye bigihe navçeyên dinê Iraqê jî.

Her wiha li vê hevdîtinê de di derbarê pêvajoya siyasiya Iraqê û ew astengiyên ku rû bi rûyê pêvajoya siyasî û demokrasiyê bûne û çawayiya çareserkirina wan astengan de danustandina bîr û ramanan kirin û tekez jî li ser pêşxistin û berdewamiya hemahengî û gotûbêjên di navbera her du aliyan ya bi navê yekxistina nêrîn û helwêstên di derbarê niha û paşaroja welat da kirin.
Top