Çima Encûmena Kurdî û Encûmena Sûrî li hev nakin?
Çendîn herdu alî li ser xalên giştî li ser dewleta Sûriyê ya nû xwedî nerîneke hevbeş in. Lê dema mesele tê ser çareserkirina pirsa kurdî li Sûriyê, cudabûna di ramanan de eşkere dibe. Ev sedema bingehîn e ku koma pirraniya partiyên kurdî li Sûriyê heta niha tevlîbûna di Encûmena Sûrî de nepejirandiye.
Rûdaw deqên herdu aliyan li ser pirsa kurdî bi dest xistin. Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê doza "pejirandina gelê Kurd û mafên wî yên neteweyî yên rewa di destûrê de, li gor peyman û pîvanên navneteweyî di hundirê dewleteke ne navendî ya yekgirtî de, û naskirina doza kurdî wek pêkhateyek bingehîn ji doza niştimanî û demokratî ya giştî di dewletê de" dike.
Encûmena Niştimanî ya Sûrî ji aliyê xwe ve vê çareseriyê pêşkêşî Kurdan dike: "Encûmena Niştimanî ya Sûrî pabend e bi pejirandina nasnameya neteweyî ya gelê Kurd ji aliyê destûrê ve, û doza kurdî wek beşek bingehîn ji doza niştimanî ya giştî dibîne, û mafên neteweyî yên gelê Kurd di çarçeweya yekîtiya xak û gelê sûrî de dipejirîne." Di xaleke din de Encûmena Sûrî herweha ji bo dewleta sûrî ya nû sîstema "ne navendî ya îdarî" dipejirîne. Di xaleke din de Encûmena Sûrî herweha dibêje ku "Sûriya nû wê ji bo welatî û tevahiya pêkhatiyên xwe mafên di peymanên navneteweyî li ser mafên mirov û azadiyên bingehîn de misoger bike û herweha wekheviya di maf û erkan de bêyî cudakirin di netewe yan ol û regezê de misoger bike."
Encûmena Niştimanî ya Kurdî ji vê çareseriya Encûmena Sûrî ne razî ye. Endamê şanda Encûmena Kurdî Dr. Sededîn Mele ji Rûdawê re got: "Ereb ji meseleya cografî bitirs in. Ew me mîna Fileh û hindikahiyên din li Sûriyê dibînin. Lê em dibêjin ku Kurd li ser xaka xwe dijîn û li Sûriyê ne mêvan in. Divê ev yek ji herkesî re zelal be." Endamekî din ji şanda kurdî nexwest navê wî eşkere bibe, ji Rûdawê re got: "Dibe ku di asta qanûnî de herdu çareserî wekhev bin. Ji bo zelalkirina vê xalê emê bi pisporên qanûnê re bişêwirin."
Ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û herweha welatên Yekîtiya Ewropayê li ser Encûmena Niştimanî ya Sûrî zext tê kirin ku mafên "hindikahiyên" li Sûriyê misoger bikin. Di heman demê de li ser Kurdan zext tê kirin ku tevlî Encûmena Sûrî bibin û bibin alîkar di yekkirina peyva opozîsyona sûrî de.
Rudaw
