Festîvala Hewlêrê îro dest pê dike
Cîgirê Parêzgarê Hewlêrê Tahir Ebdila ji AKnewsê re ragihand ku amadekariyên destpêkirina festîvalê berdewam in û heta niha gelek kom û şandên welatan gihiştine Herêma Kurdistanê.
Ebdila bal kişand ku heta niha şandên Rojava, Rojhilat û Bakurê Kurdistanê gihiştine, jibilî wan jî, roja înê şanda kurdên Kazaxistanê û şandeke Tehranê gihiştine Hewlêrê, şandên Libnanê jî dê çend rojên din bigihin, ji ber çalakiyên wan 17 û 18ê mehê ne.
Tahir aşkere kir ku festîval îro saat 10:00 dê dest pê bike û biryar e 10 rojan bidome, ji 11ê mehê heta 20ê adarê didome.
Tahir ronî kir ku budceya festîvalê, beşek ji hêla Birêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî û Lawan a Hewlêrê û beşê din jî bi rêya çend kompaniyan re hatiye peydakirin.
AKnews
