Di malekê de 4 jin hatin kuştin
Îro polîsên parêzgeha Diyale ragihandin ku şeva borî li derdora taxa mamostayan (7 km dikeve rojavayê Baqûba) çend çekdarên nenaskirî avêtin ser malekê û 4 jinên wê malê kuştin.
Piştî bûyerê, hêzên hevbeş ên polîs û artêşê derdora navçeyê dorpêçkirin, dest bi lêgerîn û kontrolkirinê kirin. Piştre jî term rewaneyî morga nexweşxaneyê kirin.
Duh jî li başûrê nahyeya Behroz a parêzgeha Diyale, di encama êrişekî çekdarî ya li dijî xalekî kontrolê de, polîsek û 2 endamên Sehwe hatin kuştin û duyên din jî birîndar bûn.
Rudaw
