Demîrtaş: Biryar ji Enqerê derdikeve
30'emîn rûniştina doza 104 jê girtî, 152 siyasetmedarên kurd ên di çarçvoeya doza 'KCK'ê de tên darizandin li 6'emîn dadgeha cezayê giran a Amedê dest pê kir. Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk Ahmet Turk û Aysel Tugluk, Parlamenterê Mûşê Sirri Sakik û Hevseroka BDP'a Amedê Zubeyde Zumrut ji bo tevlî rûniştinê bibin hatin edliyê. Demîrtaş beriya rûniştinê daxuyanî da û bal kişand girtina rojnamevanan. Demîrtaş got: "Ev 3 sal in rûniştina vê dozê dewam dike, lê hê jî ti kes nehatiye berdan. Em berdin tehliyê, mixabin gavek pêşde neçûye. Em vê yekê baş dizanin. Cîgirê Serokwezîr Beşîr Atalay jî anî ziman. Ev girtin ji aliyê Enqerê ve tên birêvebirin. Lewma biryara vê dozê jî ji Enqerê dê derkeve. Heke bixwazin dê ji Enqerê biryar bidin û tehliye çêbibin. Lewma rûniştinên dozê yên li vê derê tenê çav boyaxkirin e. Wezîr ferman didin, ewlehî û îstîxbarat jî bi navbeynkariya çapemeniyê darazê birêve dibin. Evan hemû li enqerê pêk tên.
'Bila hevalên me bên berdan'
Demîrtaş anî ziman ku ew dixwazin darizandineke adil pêk bê û wiha axivî: "Kî sûçdar e, kî bê sûç e. Em dixwazin ev eşkere bibe. Ev 3 sal in hevalên me tên darizandin, lê nikarin xwe biparêzin. Heta ji derveyî xwendina îdîanameyê gaveke din nehatiye avêtin. Operasyonên vê hikûmetê tenê zirar didin Tirkiyê. Nikare zirar bide BDP'ê. Nikare zirar bide têkoşîna me. Divê kesên ku van operasyonan dimeşînin vê yekê baş bizanibin ku hevalên me xwedî moral in. Cihê ku hevalên me hatine girtin, demildest hatine tijîkirin. Tu qadên me yên têkoşînê ne vala ne. Dê vala jî nemîne. Ne pêkan e ku tevgereke gel bi girtin û binçavkirinan bê xilaskirin. Em ne hêvî ne ku ji vê salonê edalet derkeve. Ji ber ku ti tiştekê yên li vê derê bikin nîn e. Tevî ku 3 sal in hevalên me tên darizandin jî yek ji wan jî nehatine berdan. Ev yek rezîli ye."
'Em dijî lîstoka tê lîstin liber xwe didin'
Demîrtaş daxuyaniya Cîgirê Serokwezîr Beşîr Atalay a wekî; 'em ê mafên kurdan bidinê' jî bibîr xist û wiha pê de çû: "Birêz Atalay bi daxuyaniyên xwe peyamên pozîtîf da. Lê ne tenê daxuyaniyên Atalay di heman demê de daxuyaniyên Îdrîs Naîm Şahîn jî girîng bûn. Şahîn çi dike, hikûmet jî heman tiştî dike. Divê beriya her tiştî operasyon bên rawestandin û hevalên me bên berdan. Divê dawî li qirkirina siyasî bînin û riya azadiya mafan bê vekirin. Heta vana pêk neyên ew bi devê xwe çûkan jî bigirin, demokrasî pêş nakeve. Ew bibêjin em pakêt vedikin jî em ê jê bawer nekin. Em ê berxwedana xwe bilindtir bikin. Kî ji demokrasî û mafên mirovan re rêzdar be, em ê binirxînin. Lê hewl didin ku dijî me lîstokan bilîzin. Em jî li dijî lîstoka tê lîstin liber xwe didin."
'Hêviya me ya ji rûniştinan qut bûye'
Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk jî diyar kir ku di vê pêvajoya ku 5 hezar siyasetmedarên kurd li girtîgehan tên girtin de tu hêviya wan a ji rûniştinan nemaye û wiha axivî: "Heke bi rastî jî dixwazin nîqaşeke azad çêbibe, heke birastî dixwazin makeqanûneke demokratîk pêş bikeve, wê demê divê qada xwe bi azad vegotinê ya ji bo kurdan bê vekirin. Lê mixabin dagirkeriya îro nîşan dide ku dixwazin dengê kurdan bibirin. Divê ev helwest bê guhertin. Ji dîrokê ta roja me xwestin kurdan biçewisînin. Kurdan ti caran ji vê yekê tawîz neda. Divê riya fikra hevkar bê vekirin. Ji rûniştina îro tu hêviya me nîn e. Ji ber ku cihê biryar bide ne ev der e."
Rudaw
