Serok Barzanî Bi Şîniyên Dihukê Re Civiya
Serok Barzanî gotara xwe bi bûyerên duhê yên Bexdayê dest pê kir û bûyerên han bi bûyerên karesatbar wesif kir û ragihand ku, min beriya niha gotibû ku, piştî wekêşandina hêzên Amerîkayê yên li Îraqê vê welatiyeke ewlekarî çê bibe, vê demê gelek kes kêfa xwe ji vê gotina min nehat, lê bûyerên vê rojên dawî yên Bexdayê rastî û dirostiya nêrîna me selmand.
Di derbarê aloziyên heyî yên di nava prosesa siyasî û emnî ya Îraqê de jî Serok Barzanî got; her çend zehmete lê hêvî dikim rewşa emnî û ewlekarî ya Îraqê baştir û aramtir bibe û bo vê yekê jî çê ji me weke Kurdistanê were emê amadene ku, pêşkêş bikin.
Serdana Min Bo Dihukê Ti Peyvendiyeke Xwe Bi Bûyerên Zaxoyê Ve Tuneye
Serok Barzanî di dirêjahiya axaftinên xwe de behsa serdana xwe bo Dihukê kir û ragihand ku, ev serdana min ya ji bo Dihukê di çarçoweya bernameyeke berfire ya serdan kirina tevahiya Deverên Kurdistanê de pêk hatiye û armanca me ji vê serdanê jî ji nêzve hayedar bûn ji rewşa welatiyaye û di vê warê de jî min serdana gelek Dever û Bajaran kiriye lê hîn jî hin Dever û Bajarên din mane ku, serdana wan bikin.
Serok Barzanî di derbarê serdana xwe ya ji bo Dihukê û bûyerên Zaxoyê de jî got: ti peyvendiyeke vê serdana min bo Dihukê bi bûyerên vê dawî yên Zaxoyê re tuneye. Her çend bûyerên Zaxoyê jî bo me gelek girîngin lê me di vê derbarê de komîteyek damezrandiye û komîteya han jî heta niha lêkolînên gelek girîng kiriye û encamên baş jî bi dest xistiye, pêwîste li benda encamên lêkolînên komîteya han û tedbîrên qanûnî bin.
Pêwîste Weke Hertim Kurdistanê Warê Bihevre Jiyanê Be
Her di derbarê bûyerên Zaxoyê de Serok Barzanî balkêşande ser mêjarek ku, gelek girînge û diyar kir ku, Gelê Kurdistanê bi çanda bihevre jiyana olî û etnîkî û çanda lêbûrînê hatiye naskirin, ev çanda han destkefteke gelek girînge û cîha şanazî û serbilindiya meye.
Di warê civakî de me tev bi hevre bi kêfxweşî jiyan kiriye û ev yek jî xalek bihêz ya me û Dîroka meye, ne xaleke lawaziya me bûye.
Metirsiya mezin eve ku, dibînim niha hewldanek di holê deye û dixwaze ev çanda bihevre jiyana olî û etnîkî ya pêkhateyên Kurdistanê lawaz bike, ez gerentî didim we ku, nabe bi ti awayekî bingehên çanda lêbûrîn û bihevre jiyan ya me were lawazkirin û dibe weke hertim Kurdistanê warê bihevre jiyana kementewên olî û etnîkî be.
Serok Barzanî ev yek jî diyar kir ku, Gelê Kurd bi piranî Gelek Misilmane û Misilmantiya xwe jî bi paqêjî parastiye û civaka Kurd jî xwedan tore û adetên taybet bi xweye û dibe ev tore û adet û exlaqên taybetî jî werin parastin.
Em Teqlîda Civakên Rojawa Nakin
Serok Barzanî di derbarê jiyana civakên Rojawayî û bandorên vê jî ragihand ku, civaka me xwedan taybetmendiyên xweye û em teqlîda civakên Rojawayî nakin lê hevdem neb ku, civaka me jî civakek daxistî be û di cîha xwe de raweste, pêwîste ku, fêde ji jiyan û ezmûnên Gel û civakên din jî wer bigirin û tore, exlaq û ola xwe jî biparizin.
Serok Barzanî her di vê derbarê de careke din balkêşande ser bûyerên Zaxoyê û diyar kir ku, ev bûyerên han bûyerên nexwestî û nexweş bûn, şewtandin û wêran kirin û talan kirina dikan û malên xelkî çandeke gelek metirsîdare û şewtandina baregehên yekgirtûya îslamî ya Kurdistanê jî karek nebaş û esefbar bû.
Bo dûbare nebûna bûyerên bi vê rengî Serok Barzanî diyar kir ku, pêwîste ji bo her warekî jiyanê qanûnên taybet hebin û jiyana me bi qanûnan were organîzekirin, eger navendên masaj û vexwarinan li gorî şîretên tendirostî û qanûnî werin organîzekirin vê demê ev yek tiştek normal û asayiye lê beşek ji wan tiştan ku, niha tên dîtin bi tenê beredayî û serberelayiye lewre pêwîste li gorî qanûn û bi liber çavan re derbas kirina exlaqa civakê ev tiştên han werin organîzekirin.
Qanûn Serwer Bûye Û Dibe
Serok Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de diyar kir ku, min gelek car gotiye qanûne serwere û niha jî dûbare dikim ku, dibe qanûn serwer be, nabe Mamosteyên olî rola xwe ya şîret kirina xelkê jibîr bikin û li şûna şîret kirina xelkê de fitwa bidin, erkê Mamosteyên olî şîret kirine.
Nabe ti kes anjî ti aliyek bi kêfê xwe biryar bide û êrîşî mal û milkên kesên din bike û mal, hal û azadiya kesên din ji nav bibe.
Pêwîste ji niha û pêde ev kesên ku, ewlekariya netewî û nîştimanî ya Kurdistanê aloz dikin werin darizandin.
Jibîr kirina Kêşeya Netewî Xiyanetek Gelek Mezine
Di derbarê îslam dostiya Gelê Kurd de jî Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî anî ziman ku, em misilmanin û bi xwesteke xwe bûne misilman û heta niha jî yekemîn daxwaza sereke ya Şîniyên Gundên Kuristanê damezrandina mizgeftina di nava Gundên wan deye. Serokên me yên Dîrokî rîş spî û pîrên olî bûne. Ti carî kêşeya me kêşeyeke olî nebûye belkû kêşeyeke netewî bûye, lewre li gorî min jibîr kirina kêşeya netewî xiyaneteke gelek mezine.
Heta Rihê Min Mabe Ezê Bo Azadî Bixebitim
Serok Barzanî di derbarê azadî de jî çend peyvek pêşkêş kir û got; meseleya azadî meseleyek gelek girînge û dibe hertim azadî parastî be û heta rihê min mabe ezê bo azadî bixebitim, lê nabe ku, azadî û rexne girtin jî li ser hesabê xistine aliyek ya Dîrok û nasnameya netewî û rabirdûya xebat û têkoşîna Gelê me be.
Azadî Pêwîste Û Rêz Girtin Jî Erkek Oliye
Di derbarê peyvendiyên heyî yên di navbera azdî û ol de jî Serok Barzanî got; Azadî pêwîste û rêz girtin jî di nava ol de erkeke û nabe azadî li ser hesaba ol û tore û exlaqên me de be û nabe jî di bin navê ol de azadiyên xwelk werin jiholê rakirin.
Pêwîste tevahiya me hewl jibo vê yekê bidin daku, tevahiya warên jiyana xwe li gorî qanûn û zagonên goncav organîze bikin.
Kêşeya Tariq Haşimî Hem Siyasiye Hem Jî Qanûniye
Di derbarê rewşa wan çend rojên dawî yên Îraqê de jî Serok Barzanî ecîbmayî bûna xwe ya li hember biryara Serokwezîrê Îraqê ya di derbarê hin Rayedarên Îraqê de diyar kir û di derbarê meseleya Tariq Haşimî de jî got; kêşeya Haşimî hem qanûniye hem jî siyasiye.
Serok Barzanî ev yek diyar kir ku, di her dû waran de biryarên Dadwerî û nêrînên tevahiya Serkirde û Serokên Aliyên siyasî yên Îraqê esasin ne biryar anjî nêrîna kesekî.
Me Bo Azadiya Îraqê Xwîna Daye
Serok Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de anî ziman ku, eger aloziyên heyî bi vê rengî dom bikin bêgoman metirsiya neman û hilweşandina prosesa siyasî ya Îraqê jî vê derkeve holê.
Serok Barzanî eşkere kir ku, me ji bo azadiya Îraqê xwîn daye û qorbanî daye lewre bi ti awayî em hakimiyet anjî desthilatdariya motleq a kes anjî aliyekî napejrênîn û eger tişteke bi vê rengî jî hebe vê demê vê em weke Gelê Kurd vê axaftinên me jî hebin.
Qebûl Nakin Ti Welatek Li Ser Navê Me Biryar Bide
Di derbarê peyvendiyên heyî yên di navbera Kurdistan û welatên Cîran re jî Serok Barzanî diyar kir ku, peyvendiyên me bi welatên Cîran û welatên din yên Cîhanê re başin û baştir jî dibin.
Serok Barzanî got; em bi ti awayî qebûl nakin ku, ti welatek li ser navê me anjî bi navê me biryar bide, her kes vê peyama me fêm kiriye.
Heta niha kêşeya PJAK û Îranê hatiye çareserkirin û bo çareser kirina kêşeya PKK û Tirkiyeyê jî di nava hewldanê dene, dema xebata çekdarî bi dawî hatiye û niha dem dema xebata aştiyane û medeniyaneye.
Kî Mafê Kurda Bide Em Piştgîriya Vî Dikin
Di derbarê rewşa Sûriyeyê de jî Serok Barzanî diyar kir ku, doseya Sûriyeyê bo me gelek girînge, her kes anjî her aliyek ku, li gorî destûra bingehîn mafê Kurda bide wan vê em piştgîriya vî bikin.
Heta niha ne rejîm nejî opozisyona Sûriyeyê di vê warê de ti gavek nehavêtine, lewre paşeroja wan bo me ne girînge, tişta girîng bo me demokrasî û parastî bûna mafên Gelê Kurde.
Kongreya Netewî Pêdeviyeke Sereke Ya Vê Pêvajoyêye
Di derbarê rewşa paşeroj ya Gelê Kurd de jî Serok Barzanî diyar kir ku, li dar xistina kongreyeke seraserî ya netewî pêdeviyeke sereke ya vê pêvajoya hane û ji bo vê yekê jî hewldanên me yên sereke dom dikin.
Serok Barzanî peyama aştî û aştîxwaz bûna Gelê Kurd weke faktereke sereke ya diyar kirina paşeroja xwestî ya Gelê Kurd biliv kir û ragihand ku, pêwîste ev peyama aştîxwazî ya Gelê Kurd bibe bingeheke girîng ya kongreya netewî ya Kurd.
