• Wednesday, 04 February 2026
logo

Serokayetiya Herêma Kurdistanê birêz û xweşhaliyê ve pêşwazî li daxûyaniya Serok Wezîrê Tirkiye ya sebaret bi mergesata devera Dersimê dike

Gulan Media November 24, 2011 Nûçe
Serokayetiya Herêma Kurdistanê birêz û xweşhaliyê ve pêşwazî li daxûyaniya Serok Wezîrê Tirkiye ya sebaret bi mergesata devera Dersimê dike
Birêz Receb Tayyib Erdogan Serok Wezîrê Komarê Tirkiye doh çarşem 23/11/2011 li Enqere di civîna Partiya Dad û Geşepêdanê de, helwest û daxuniyên gelek bi wêrekane sebaret bi rûdawên mergesata salên (1936 - 1939 )ê devera Dersimê nîşan da. Birêz Erdogan li axaftina xwe de bi navê dewleta Tirkiyê ve daxwaza lêborînê ji xelkê wê navçeyê xwest û mergesatê jî bi mezintirîn rûdawa trajediya li dîroka nû ya Tirkiyê de wesif kir.

Em birêz û xweşhaliyê ve pêşwaziya vê daxuyaniya birêz Erdogan dikîn û em bawerin daxuyaniyên bi vî awayî wêrekane û azayane, ji nû ve nivîsîna rastiya dîrokêye ku têda mergesatên nexwestî derbarê Kurdan de rû daye. Her wiha ev hengav zêdetir rê li ber wê siyaseta vekirinê xweş dike ku Tirkiye li ber xwe girtiye. Ji bo wê yekê helwestên bi vî awayî wêrekane baweriyeke bi hêz li nav civaka Kurd de diafirîne.

Bêguman encama vê helwestê xizmetê bi hemû aliyek digihîne‌ û bingehên aştiya civakî kurtir dike. Heman demî de pêvajoya vekirina demokratîk jî li Tirkiye berev qonaxekî bi rûmetdar ve dibe.


Berdevkek bi navê

Serokayetiya Herêma Kurdistanê

24/11/2011
Top