• Wednesday, 04 February 2026
logo

Yekemîn Konfiransa Petrol û Gaza Iraq û Herêma Kurdistanê li Hewlêrê birêveçu

Gulan Media November 14, 2011 Nûçe
Yekemîn Konfiransa Petrol û Gaza Iraq û Herêma Kurdistanê li Hewlêrê birêveçu
duhî berî nîro li Hewlêrê yekemîn konfiransa Petrol û Gaza Herêma Kurdistan û Iraqê bi amadebûna Serokwezîrê Kurdistanê Dr. Berhem Salih û Serokê Parlementoya Kurdistanê hate lidarxistin û dê heta sê rojan berdewam bê.

Yekemîn konfiransa Navdewletiya Petrol û Gaz li Herêma Kurdistan û Iraqê, li Paytexta herêma Kurdistanê - Hewlêr tê despêkirin û bi amadebûna serokê Hukûmeta Herêma Kurdistan û serokê Perilyament, wezîrê samanên sirûştîyên herêma Kurdistanê, cîgirê wezîrê Wizey Turkiye û nûnerên çendîn kompaniyayên navdewletî yên derhênan û berhemhênana Petrolê hate despêkirin.

Dr. Berhem Salih serokê Hukûmeta herêma Kurdistanê li daxuyaniya xwe de got ku? “ Petrol beşek ji sedemên azariyên mezin yên gelê mene û jêdera hemû arîşe û axînan bû ku bi ser welatên me de hatine, îro xelkên vî welatî dikarin li pêşerojeke xwe ya geş binêrin û piştî wan hemû nexweşiyan xelkên welate me hêjayî sûdmendbûnêye ji vê serwetê.

Weha jî xuyakir ku, Hukûmeta herêma Kurdistanê di salên bûrî de û heta weke niha bi şêweyekî cidî kar kiriye da mezintirîn kompaniyayên Petrolê bînê bo Kurdistanê, ku ev jî bi xwe karê pêşxistina abûriya Kurdistanêye, di heman demê de dibe nîşana aramî û baweriya bi ayîndeye geşa welatê me.
Di beşeke dina vekirina kongireyê de, Aşîtî Hewramî, wezîrê Samanên Sirûştiya Herêma Kurdistanê, bi berferehî basa navendên derhênana petrolê, peymanên petrolê di çarçoveya destûra Iraqê de bas kir û weha got: “ li ser Asta Iraq û Kurdistanê, di biwarê terxankirina bo wizeyê de, pêwîstiya me bi Gazê heye. Bo vê yekê em dixwazin Gaza xwe derbînin û rêkin her cihê ku pêwîst bê, herweha pîlana pênc saliya hukûmeta Herêma Kurdistanê ya taybet bo pêşxistina Petrol û Gazê divê bête cêbecêkirin..

Biryare Kongire 3 rojan dom bike, dê kompaniyên petrol û psporên warê Petrol û Gazê wê çendîn babetên girîng pêşkêşî amadebûyên kongireyê bikin.
Top