Dr.Berhem: Hêviyên her Kurdekê serbixweyî ye
Dr.Berhem ragehand ku her Kurdek hêviyên wê yên pir kûr serbixweyî ye lê, ez di wê navçeyê de dijîm û tê zanîn ku rastiyên siyasetê û rastiyên navçeyê,daxwez û hêviyên din li ser mirov disepîn in.
Wî da zanîn ku ez heta niha jî li ser wê baveriyê me ku Êraqeke Federal bijardeyeke pir piratîkî ye ji Herêma Kurdistanê re.
Wî her wiha di hevdîtinên ku bi cîgirê serokê Amerîkayê Joe Biden re, da zanîn ku Kurd ji hevpeymaniya Ereb ku şerê wan li ser Besdadê ye, li ser seqamgîriya Êraqê nîgeran e.
Dr.Berhem tekez kir ku eger Êraq perçe perçe bibe, dikarim bêjim ku Kurd hokar/sebebkar/amrazê wê nîn e û dupatkir ku ger rêz li destûra Êraqê bê girtin Kurd serbixweyî yê naxweze.
