• Wednesday, 04 February 2026
logo

Peyama serxweşiya Serokayetiya Herêma Kurdistanê ya ji bo koça dawiya kesayetiyê niştîmanperwerê Kurd Îsmet Şerîf Wanli

Gulan Media November 12, 2011 Nûçe
Peyama serxweşiya Serokayetiya Herêma Kurdistanê ya ji bo koça dawiya kesayetiyê niştîmanperwerê Kurd Îsmet Şerîf Wanli
Bi xem û kovaneke mezin me nûçeya koça dawiya kesayetiyê niştîmanperwerê Kurd xwedê jêrazî Îsmet Şerîf Wanli wergirt ku berî du rojan li welatê Swîsre ji ber nexweşiyekî koça dawî kir.

Em bi vê xemgîniyê serxweşiya xwe derdibrîn û heman demî de ji bo vê xemgîniya mezin serxweşiya xwe pêşkêşî malbata rêzdarê xwedê jêrazî û hemû xebatkarên gelê Kurd dikîn. Dr Îsmet Şerîf Wanli salên dûr û dirêjê temena xwe bi navê xizmetkirina tevgera Kurdayetî û doza neteweya xwe terxan kir. Xwedê jêrazî li jiyana xwe de çendîn berpirsiyariyan li wergirtiye û yek ji wan serkirdeyên Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewrupa bûye, her wiha li qonaxekî da bûye berdevkek bi navê şoreşa mezina Eylûl.

Bi vê xemgîniyê, birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê kesekî bi nûneriya xwe raspard ku li rêwresma serxweşiya xwedê jêrazî da amade bibe. Ji yezdanê mezin hêvîdarîn xwedê jêrazî bixe ber soz û dilovaniya xwe û giyanê wî yê paqij bi bihûşta fireha xwe şad bike.

Li dawiyê de carekî din pirse û serxweşiya xwe pêşkêşî malbat û kesukar û dost û hevalên xwedê jêrazî dikîn.


"Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)"


Serokayetiya Herêma Kurdistanê

11/11/2011
Top