• Wednesday, 04 February 2026
logo

Li Wanê erdhej: 7 kes mirin 50 kes birîndar in

Gulan Media November 10, 2011 Nûçe
Li Wanê erdhej: 7 kes mirin 50 kes birîndar in
Li Wanê ku ev mehek e bi erdhejan di rojeva Tirkiye û cîhanê de ye, erdhejeke din a bi tundiya 5.6 pêk hat. Li gorî agahiyên destpêkê 7 kes mirin û 50 kes jî birîndar bûn.

Li gorî daneyên Rasatxaneya Kandilliyê, di 9ê Mijdarê de, saet di 21.23an (bi dema Tirkiyeyê) de, li Edremîta Wanê bi tundiya 5.6 erdhej pêk hat. Li navçeyê hin avahiyan xisar dît.

Li navenda Wanê jî Otela Bayram a 4 qatî, Otela Aslan û Nexweşxaneya Welidînê jî tê de bi tevahî 22 avahî hilweşiyan.

Li Otela Bayram xebatên rizgarkirinê xebatên xwe didomînin. Di encama xebatan de 13 kes ji bin kavilan bi saxî hatin derxistin. Di binê kavilên otelê de rojnamevan jî hene.

Li gorî daneyên destpêkê di erdhejê de 7 kesî jiyana xwe ji dest da û 50 kes jî birîndar bûn. Hêj di bin kavilan de nêzî 100 kes hene.

Ji ber erdhejê welatiyan şeva xwe li derve derbas kir. Ji ber erdheja di 23’ê cotmehê de, dibistanên li Wanê heta 14’ê sermawezê ketibû bêhnvedanê. Ji ber vê erdheja dawî ev dem hate dirêjkirin û dema bêhnvedana dibistanan dê heta 5’ê berfanbarê be.

Li Wanê di 23ê cotmehê de erdhejek bi tundiya 7.2 pêk hatibû û di encamê de 605 kesî jiyana xwe ji dest dabûn û nêzî 4 hezar kes jî birîndar bibûn.

AKnews
Top