Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê Serokê Encûmena Senatoya Belçîka ve hate pêşwazî kirin
Li hevdîtinê de Serokê Encûmena Senatoya Belçîka ji bilî xweşhalî derbirîna bi serdana Serok Barzanî ya Belçîka rola birêz li cîhgîrkirina jiyana aştî û aramî û lêborîna olî û neteweyiya li Iraqê bi giştî û Herêma Kurdistanê bi taybetî bilind hate nirxandin.
Sebaret bi Herêma Kurdistanê Serokê Encûmena Senatoya Belçîka bi geşbîniyê ve li pêşketina siyasî û aboriyên herêmê û cîhgîrkirina bingehên demokrasî û mafên mirov û mafên jinan û malbatê nirxandin û palpiştiya xwe ji bo zêdetir berev pêşbirina wan hengavan nîşan da.
Serok Barzanî bi kurtî di derbarê rewşa giştiya siyasî û aboriya Iraq û Herêma Kurdistanê axaftinek pêşkêşkir û hebûn û beşdarî û amadehiya Ewrupa jî ya li ser xistina pêvajoya demokrasiya Iraq û zêdetir pêşxistina Herêma Kurdistanê bi girîngî da zanîn û amadehiya Herêma Kurdistanê jî ji bo her beşdariyekî siyasî û aborî û Ewrûpî li Iraq û Herêmê de nîşan da.
Her li vê hevdîtinê de rudaw û pêşxistina navçeya rojhilata navîn hate nirxandin û li vî warî de Serok Barzanî ronahî kir ku xelkê Herêma Kurdistanê li rakirina dîktatoriyetê da destpêşxeriya navçeyê bûye û niha jî mînakeke ber bi çavê desthilata demokratan li navçeyê da pêkaniye ku wekî Serok Barzanî behs kir roj bi roj li pêşveçûna berdewam daye.
